22 Nisan 2013 Pazartesi

Kurdi şiir


Şev çû

Şev çû ma tu êdî hew têyî lo
Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo
Xanî buye zîndan, tê de renazêm
Tev seher qîr û nalîn tew tê lo

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wê werîne
Tez biriştim ay dil îşev çima çû

Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle)
Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destâ wê li bin serê min
Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî 

Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na
Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na
Çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na

Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne
Çima roja eşqa hevqa kin bûne
Lê ev şîna dil jî her tim namîne 

Gotin: Cegerxwîn

Muzîk : Aramê Dîkran

Axîna te nalîna min


Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile

Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê

Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min 
Helbest: Feqiyê Teyran
Sererastkirin: Beytocan


Can


Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir
Te çi b’serê min kir
Te çi bi soza me kir
Can te çi biminkir
Can te çi ji xwe kir

Te ez xistime xeyala
Xeyalne kûr, ne vala
Ez ji xwe re difikirîm
Fikirne dûr, ne vala

Sebir ji min re nîne
Ez ji kerba mirî me
Xew bi çava nakeve
Hêsir ji xwere tên xwara
Gotin û Musîk: Ciwan Haco

Qederê


Te dî te dî rindam te dî 
Rindam li qarşî ye te bela xwe dî
Min ji vê dinê qet xêr nedî
Oy oy oy qederê
Oy oy oy qederê
Ketiya serê min qet ne derê 

Va çi gund e di kortê da
Mala axê di ortê da 
Çirak sor pêdikeve
Ser mala ku rindam tê da

Sînanê Kirîv


Were lo Sînano lo.. Kirîva te me lo..
Sînan dorê çipinyê wêran bişewite lo lo lo ber avê ye lo..
Belê vê sibêkê Sînanê kirîv lê kehêle suwar bûye, kihêlê tîne lo lo lo ser avê ye lo
Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim bidim destê Sînanê kirîv
Ezê bêjîm kirivo qurban, tu yê vexwe ji destê lo... min Sakîneyê lo..
Sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo, dil pîr nabe lolo..
Wele koka dara çipînya şewitî lo lo kevnar nabe lo lo..
Heyran çi bikim Xwedê bişewitine mala kirivantiyê
Wele şûşa dilêmin şikestîye lo lo cebar nabe lo lo..
De wêran bimîne mala felekê, dibejin zewaca kirîva li hev nabe lo lo..
Sînan qurban dora çemê çam e lo... pûng û şurt e lo...
Belê qirş u heft qalên di ber hatin lo... bûn lê mişt e lo lo..
Erê Sakîneya bêmamo bûye masîyek sipî ji masîyên gola Hêmo
Wele bêbavên hudêdiyan tor avêtin lo.... ji xwe re girtin lo...
Were lo Sînano lo... Kirîva te me lo...
Wele şurê Şamê lo.. li pişta te me lo ...
De tuyê xema nekşîne Sakîneya bêmamo soz û qirarê dide
Ger ez bimrim ji axa sarra ger ez bimînim lo … wez ya te me lo...

Meso


Meso, meso, meso royê mi ra mevece meso
Sebir bike, meso esqê mawo rez bireso
Dina hiraya teynayinê xiravina, meso
Meso, yarê ez rew miron, sey manenay, meso 
Meso, meso ... meso ...

Meso meso, zeriya mi ca meverde, meso
Mircika mi meso, tevera puko, xezebo, meso
Mi rê to re kes star nêbeno, meso
Meso wuli serdiçinay ez ben feqir, meso
Meso, meso ... meso ...

Meso meso, dormê ma bêbextiya, meso
Heliya binato pinê, meteristere meso
Kune ta ra beni kou serde, meso
Per o payê tu sikine, zerya mi bervena, meso
Meso meso ... meso ...

Derdê dûrî


Xem û derdê min dinyayê birin 
Roj û şevê min pêt û agir in 
Heval û Hogir teva barkirin 
Nizanim sax in nizanim mirin 
Nizanim gunhê min çibû 
Hey dunya yê hey dunya yê 

Tev bûne rewî, ketin ser riyan 
Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan 
ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê 
ez mame xerîb, li nav xwediyan 
Nizanim gunhê min çîbû 
Hey dunya yê hey dunya yê 

Jiyana min bû, wek şevek tarî 
Pişta min tewiya, ji bar Giranî 
Hêstir ji çava, ser rû dibarî 
Nebextê zemên, ku bimin dikarî 
Nizanim gunhê min çîbû 
Hey dunya yê hey dunya yê 

Xew neket çava, dimînim şiyar 
çav li riya wa, ji mir bûye kar 
Havîn zivistan, nabê wa hat buhar 
Xerîbî tucar ji mer nabê war 
Nizanim gunhê min çîbû 
Hey dunya yê hey dunya yê 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder